Eşref Musa
29 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2024
Li Hesekêya bajarê Sûriyeyê bi roketan êrîşî derdora Baregeha Şedadiyê kirin ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li başûrê Hesekê bi roketan êrîş birin ser devera nêzî Baregeha Şedadiyê.
Hê nayê zanîn bê ka di êrîşê da tiştek bi kesî hat an na.
Amerîkayê hê der barê êrîşê da daxuyanî nedaye.