24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku hewaya qirêj li Ewropayê hersal dibe sedema mirina 467 hezar kesî.
Ajansa Hawirê ya Ewropayê (EEA) di rapora 2016an a ku weşand da diyar kir ku li Ewropayê hersal ji ber sedemên girêdayî hewaya qirêj 467 kes dimirin.
Di raporê da hat gotin ji ber nîtrojen dîoksîta ku ji egzozên wesayîtan derdikeve 71 hezar, ji ber lêhûrbûna ozonê (O3) ya nêzî erdê jî 17 hezar însan dimirin.
EEAyê ragihand li welatên wek Bulgaristan, Komara Çek û Polonyayê ku di hilberana ceyranê da zêde komirê bi kar tînin, pariyên made yên xwedî rêjeya PM 2.5 hene. Lewra ev rêje rê li nexweşiyên hilmijînê yên dibin sedema mirina mirov vedike.
Sedema qirêjbûna hewayê yek jî PM 10 e. Di raporê da hat gotin ku rêjeya PM 10ê li Ewropayê di navbera 2000-2014an da ji sedî 75 ketiye. Hat ragihandin ku di rêjeya PM 2.5ê da jî kêmbûn heye.
Tê zanîn ku, merivên ku li bajêran dijî, zêdetir rastî PM 2.5ê tê.
Di welatên ku endamê Yekîtiya Ewropayê ne da di 2013an da ji 430 kesî zêdetir ji ber PM 2.5ê bi nexweşiyên wek qelb, astim û penceşêra pişikê mirine.