ŞANLIURFA
Li navçeya Ceylanpinara Şanliurfayê çend saziyên civakî yên sîvîl ji bo ku gelê Sûriyê di nav ewlehiyê de cejna xwe pîroz bike ji komên ku li Sûriyê şer dikin re bi tirkî, kurdî û erebî banga agirbestê kirin.
Serokê Şaxa Memur-Senê Orhan Şenlîk di civîna çapemeniya ku li navenda Perwerdeya Gel ya ku hat lidarxistin de diyar kir ku li Sûriyeyê ev nêzîkî 2 salan e dengê pevçûnan tê. Ew li bendê bûn ku di remezanê de dengên pevçûnan bitefe, lê nebû.
Şenlik ji komên ku li Sûriyê şer dikin re ji bo cejna remezanê banga agirbestê kir û wiha got: "Wek ku hezretî pêxember jî dibêje, 'Ne ecem ji ereb çêtir e, ne jî ereb ji ecem. Serdestî di teqwayê de ye." Em hêvî dikin xwîna ku diherike û pevçûn bisekinin. Qet nebe ji bo cejna remezanê bila çek bêdeng bibin û agirbesta ebedî bila pêk bê."
Şenlîk diyar kir ku herêma Rasûlaynê ya li ser Hasekiyê nêzîkî navçeyê ye. Pevçûnên di navbera PYD û Eniya Nûsrayê de didomin û gelê Ceylanpinarê jî ji nêz ve şahidiya vî şerê li Sûriyeyê dike.
Ji hêla din Serokê Komeleya Karsazên Ciwan Mehmet Yilmaz bi kurdî, Serokê Weqfa Semerkantê Alî Dondurmacî jî bi erebî banga agirbestê kir.