Îsraîlê êrîş birin ser taxên ku dikevin rojhilata Xezeyê û di êrîşan de herî hindik 60 kes mirin û nêzî 420 kesan jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe jî. Ji herêmê reva sivîlan jî didome.
Di êrîşê de ji bilî jin û zarokan, rojnameger û wezîfedarekî tenduristiyê jî mir.
Di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kiribû û piştî vê operasyonê şeva pêncşemê jî dest bi operasyonên bejayê kiribû.