QAHÎRE
Li Misrê piştî derbeya leşkerî Hazim el-Biblaviyê ku hatibû serokwezîrtiyê got: "Bi Tirkiyê re rageşî ne hewce ye. Divê em der barê geşedanên li Misrê, Tirkiyê xeberdar bikin. Tirkiye ji bo welatekî muhîm e."
Bîblavî, bangî gelê Misrê kir û peyama yekîtî û bihevrebûnê da. Bîblavî di axaftina xwe ya televizyonê de wiha got: "Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, der barê geşedanên li Misrê zêde xwedî agahî nîne. Di hin meseleyan de wekî me nafikire. Ji bo ku rageşiyên bereday dernekevin, divê geşadanên li Misrê bi Tirkiyê re bê parvekirin."