QAHÎRE
Qral Abdullah li Balafirgeha Qahîreyê ya Navneteweyî ji hêla Hazîm Bîblavî ve hat pêşwazîkirin. Piştî vê bi Serokomarê berwext Adlî Mansûr re hevdîtinek pêk anî.
Serokomariya Misrê daxuyaniyek da û ragihand ku di hevdîtina bêyî çapemenî hatiye lidarxistin de bûyerên herî dawî, meseleyên li Rojhilata Navîn û xurtkirina pêwendiyên herdu dewletan hatin axaftin.
Hat gotin ku Qralê Urdûnê Abdullah ji bo tercîhên neteweyî piştgiriyê dide gelê Misrê û ji bo pêvajoya dijwar ya ku niha Misir tê de ye, biqede, çi hewce be wê bê kirin.
Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin Qralê Urdûnê diyar kiriye ku ji bo yekîtiya Misrê herkes divê hay ji berpirsiyariya xwe hebe. Qral Abdullah piştî ku hevdîtinên xwe yên fermî qedand vegeriya Urdûnê.