04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
GAZÎANTEP
Li Baba ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ji rêxistina terorê DEAŞê hat paqijkirin, malbata ku ji 7 neferan pêk tê dema ku herêm di destê rêxistinê da bû, xwe di hundirê depoyekê da veşartin û wisa li heyatê man.
Li navçeya Babê ya ku 3 salan di kontrola rêxistina terorê DEAŞê da ma û mehek berê bi destê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hat rizgarkirin, însan gelekî kêfxweş in û herêma wan êdî ewle ye.
Li Baba ku rêxistina terorê bi hezaran kes mecbûrî koçê kir û gelek jê jî kuşt, 2 dayik tevî 5 zarokên xwe heyameke reş ku dikare bibe mijara fîlmekê, li dû xwe hiştin.
Piştî ku mêrê wan bi destê nîşandarên terorîst hatin kuştin, 2 jinan tevî 5 zarokên xwe yên ku di navbera 2 û 11 salî da ne, xwe spartin depoyekê. Ev herdu jinên ku bi tenê ji bo bîterkirina xwarinê ji depoyê derdiketin, piştî 4 mehan wekî Baba ku ji rêxistina terorê hat paqijkirin, gihîştin azadiya xwe.
Piştî ji depoyê derketin, herdu jin hatin ciyê mala xwe, lê li şûna avahiyê rastî kavilê xanî hatin. Niha jî ev jin hewl didin ku ji xwe ra jiyaneke nû saz bikin.
Dayika zaroyekê Galîl Ehmed (38) di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir dema ku memleketê wan di kontrola DEAŞê da bû, wan rojên pir teng derbas kirin.
Ehmedê diyar kir ku mêrê wan bi guleya nîşandarê mensûbê rêxistina terorê DEAŞê hat kuştin û wiha xeberda, "Piştî ku mêrê me hat kuştin me mala xwe terikand, me ji xwe ra depoyek bîter kir. Em demeke dirêj li vê derê man. Em bi tenê ji bo nan derdiketin derva. Dema me bihîst ev ax hatiye rizgarkirin, em derketin derva, lêbelê me dît ku mala me xirab bûye."
Ehmedê got ku ji xaniyê wan bi tenê odeyek hinekî saxlem maye û wiha dewam kir, "Ew jî dîwarên wê rûxiyane, lê çareyeke me din tune. Loma em li vir dijîn. Zarokên me piçûk in û destê me teng e. Em bi alîkariya cîranan li ser piyan dimînin û herwiha em li benda alîkariyê ne."