25 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Baba bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de 140 hedefên rêxistina terorê DAEŞê îmhe kirin. Li gor agahiyên ewil 12 terorîst jî hatin kuştin.
Li gor agahiya TSKyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Hat ragihandin ku Komên Hêza Wezîfeya Taybet a ku ji muxalifan pêk tê him ji hewayê û him jî bejayê êrîş kirin ku El Bab bê bidestxistin.
Li gor agahdarkirinê, du mixalif di nav rojê da şehît bûn, di gulebarandina tankan û pevçûnan da sê mensûbên DEAŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
134 hedefên DEAŞê hatin tesbîtkirin û gulebarankirin.
Jetên Hêzên Ezmanî li herêma El Bab û Bzagahê şeş hedefên DEAŞê tesbît kirin û 9 bombe li hedefan reşandin, 6 kozikên parastin û çekan îmha kirin. Di dîmenan da hat tesbîtkirin ku 9 mensûbên DEAŞê hatine kuştin.
Li gorî îfadeyên terorîstên ku sax hatin girtin û herwiha li gorî xeberdanên bêtêlê, hejmara mirî û birîndaran ji ser texmînan ra ye.
Hat destnîşankirin ku ji destpêka operasyonê heya niha, tîmên alîgirên muxalifan li deverên ku ji DEAŞê hatin paqijkirin, 2 hezar û 261 teqemeniyên destçêkirî û 42 mayîn hatin jinavbirin.
Herwiha hat diyarkirin ku TSK pir baldar tevdigere û her cure tevdîr standine da ku xelkê herêmê yê sivîl, zirarê nebîne.