ERBİL
Serokê Sazîya Veberhênan yê Dewletê yê ku li bajarê Selahadînê ye, Cewher el-Fahl û zarokên wî hatin revandin. Yên ku Cewher revandin 10 milyon dolar fîdye xwestin.
Lawê Cewher el-Fahl der barê bûyerê de ji nûçegihanê AAyê re got: "Bav û birayê min ji bo ku biçin Tirkîyê duh derketin rê. Berî ku li balafirê siwar bin em axivîn, lê belê piştre me tu agahî ji wan negirt. Li balafirgeha Erbîlê hatin revandin an jî li Tirkîyê em pê nizanin. Îro hin kes li min geriyan û ji bo serbestberdana bav û birayê min 10 milyon dolar fidye xwestin"
Der barê bûyerê de daxuyaniya fermî nehat dayîn.