Saziyên ku sotemeniyê belav dikin, bihayê benzînê 6-7 quriş zêde kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, piştî zemê bihayê lîtreya benzînê li Enqereyê ji 4,38-4,39 lîreyan derket 4,44-4,45 lîreyan, li Îzmirê ji 4,38-4,39 lîreyan derket 4,44-4,46 lîreyan. Li Stenbolê jî bihayê lîtreya benzînê ji 4,35-4,38 lîreyan derket 4,42-4,45 lîreyan.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere kir li gor sazî û bajaran diguhere.