28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
ÎDLIB
Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî yên ser Îdliba bin kontrola muxalifan a ku herêma kêmkirina rageşiyê ye hatin kirin da 12 sivîl mirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Parastina Sivîl hilda li bajarokên Temaniye û Bidamayê û gundên Sirman, Muşeyrîfe, Sikeykat, Babuliyn, Xan Subul, Darusselam, Maar Şurîn ên ser Îdlibê bûn hedefên êrîşên ji beja û hewayê hatin kirin.
Midûrê Navenda Parastina Sivîl a Îdlibê Mistefa Hac Yûsif diyar kir ku ji ber êrîşên asîmanî li gundên Sirman, Muşeyrîfe, Sikeykat û Babuliynê 11 û li bajaroka Temaniyeyê jî kesek mir.
Yûsif got: "Balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyayê ji serê sibehê va deverên sivîl lê ne bombebaran dikin. Balafiran herî kêm 10 êrîş birin ser bajaroka Temaniyeyê. Tirsa me ewe ku li jimara mirî û birîndaran zêde bibe."