Elif Orhan
22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2016
İSTANBUL
Joe Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê bi Rakel Dînka xanima Hrant Dînkê, Berpirsyarê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê yê ku li Şişliyê di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin, Turkan Elçiya xanima Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê yê ku di êrîşa çekdarî de hat kuştin, Dîlek Dundara xanima Can Dundarê Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê û kurê wî Ege Dundar re hevdîtin kir.
Bîden di çarçoveya ziyareta xebatê de hat Stenbolê û îro bi rojnamevan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl re hat bal hev û cuda cuda bi Rakel Dînk, Turkan Elçî û Dîlek û Ege Dundar re hat bal hev.
Dîlek Dundar piştî hevdîtinê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku bi Bîden re li ser rewşa Can Dundar axivîn, bi taybetî hatin vexwendin û hevdîtineke cuda kirin.
Ege Dundar jî qal kir ku bi Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê re sohbeteke dem kurt kirin û wiha axivî:
"Pirsa rewşa bavê min kir û got 'Baş e gelo?' Gote min ku bavê te gelekî wêrek e, divê ez serbilind bibim. Got ku çi hewce dikir kirin û ji bo azadiya çapemeniyê dê axaftina xwe berdewam bikin. Piştgiriya xwe ragihand. Me jî spasiya wî kir, ji ber ku nezaketeke wiha nîşan da. Me jî got ku modêla demokrasiyê ya Amerîkayê girîngî dide azadiya çapemeniyê û em jî hewl didin ku vê vir temsîl bikin."