Elif Orhan
14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
Hat diyarkirin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu telefonî Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kir û ji ber rizgarkirina Şingalê ew pîroz kir.
Di daxuyaniya ku ji ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat dayîn de dan zanîn ku Davutoglu îşev telefonî Barzanî kir û ji ber ku hêzên pêşmergeyan navçeya Şingalê ya girêdayî Mûsilê rizgar kir, Barzanî pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Davutoglu di axaftina ser telefonê de got ku Tirkiye di têkoşîna bi terorê re de amade ye ku bi herêma Kurdistanê re bi aheng bixebite û hevkariyê bike. Her wiha anî ziman ku Tirkiye ji bo dermankirina pêşmergeyên birîndar çi bikeve ser milan dê bikin."