KERKÛK
Hat ragihandin ku li Iraqê hêzên pêşmergeyan Bîrên Neftê yên Habbazeyê ku li başûrê Kerkûkê ne û herêmên din ên ku ketibûn bin kontrola DÎŞIyê dîsa rizgar kirin.
General Hîva Abdullah ê ku di operasyonan de cih digire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Bîrên Neftê yên Habbazeyê ku ji bo Iraqê pir girîngin û gundên mektep Xalît û Meryembergê ji DÎŞIyê hatin xelaskirin.
Abdullah destnîşan kir ku ji Hewlêr û derdora wê hêzên pêşmergeyên bi çekên giran ji bo piştgiriyê hatin û bi hatina wan ve operasyonên berfireh li başûrê Kerkûkê li dijî DÎŞIyê hat lidarxistin. General ragihand ku milîtanên DÎŞIyê li pişt xwe cesedên 15 milîtanan hiştin û reviyan di dema êrîşan de balafirên hêzên koalîsyonê jî bi awayekî xurt piştgirî dan hêzên pêşmergeyan û gelek wesaîtên bizirx ên DÎŞIyê jî îmha kirin.
Li Kerkûkê piştî şer û pevçûnên giran ên ku 3 rojan dewam kir niha tê gotin ku rewş asayiye lê hêzên ewlehiyê li hemberî êrîşen nû yên DÎŞIyê bi tewdîr tevdigerin. 12 kîlometre li sînorê başûrê Kerkûkê hejmara wesaîtên leşkerî û pêşmergeyan hat zêdekirin. Ji bo piştgiriyê bidin pêşmergeyan çekdarên tirkmen û şiî jî li sînorê başûrê Kerkûkê hatin bicihkirin.
Milîtanên DÎŞIyê ji bo ku nebin hedefa bombeyên balafirên koalîsyonê bi piranî bişev, di demên bi mij û baran de êrîş dibin ser pêşmergeyan. Ji hêla din ve jî ji bo ku aloziyê derxe milîtanên xwe dişîne nav bajêr û êrîşên xwekujiyê pêk tîne. Dûh ji 4 milîtanên DÎŞIyê yên ku dixwestin Otêla Kasr-i Kerkûkê bidestbixin yekî li ber derê otêlê wesaîta bombebarkirî teqandibû û pêşmergeyan jî 3 milîtanên mayî kuştibûn. Ev êrîşa ku hat lidarxistin li bajarê Kerkûka kurd, tirkmen û ereb bi hev du re dijîn bû sedema şîroveyên nû. Milîtanên êrîşê li dar xistin nediyare ku ji Kerkûkê ne û yan jî ji derve hatine. Ji bo zelalkirina vê mijarê jêpirsîna ku dest pê kiribû dewam dike.
Kerkuka ku tê gotin ji sedî 40 nefta welêt dihewîne di 12yê hezîranê de ket bin kontrola pêşmergeyan û nifûsa wê jî ji milyonekî zêdetir e. Li bajêr herî zêde pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku serokê wê Celal Talabanî ye hene. Kerkûk ji bilî dewlemendiya bîrên xwe yên neftê ve ji ber ku nêzî Hewlêr, Mûsil û Silêmaniyeyê ye jî ji bo xelkê kurd li cihekî stratejîk e û girîng e.