Di hefteya 21 emîn a Lîga Fitbolê ya 1emîn a Spanyayê (La Lîga) de Real Madrîda ku li mala xwe bi Real Socîedadê re hat hemberî hev pêşbirkê 4 û 1 ji reqîbê xwe bir.
Gola pêşbirkê ya herî ewil ji Real Socîedadê Arîtz Elûstondo bi serê xwe avêt û tîma xwe li hemberî Real Madrîdê 1 û 0 bi pêş xist.
Di deqîqeya 3yemîn a pêşbirkê de ji Real Madrîdê James bi gola ku bi serê xwe ve avêt bersiv da û skor bû 1 û 1. Sergîo Ramosê ji Real Madrîdê jî di deqîqeya 37an de golek avêt û skor bû 2 û 1.
Di nîva duyemîn a pêşbirkê de jî Benzama ji bo tîma xwe Real Madrîdê 2 gol avêt û skor bû 4 û 1.
Piştî vê tu gol nehat avêtin û Real Madrîd li mala xwe reqîbê xwe Real Socîedadê 4 û 1 têk bir û bû xwediyê 3 pûanan.