Nihat Kavşut
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
VARŞOVA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva yê ku ji bo Civîna Wezîrên Karên Derva ya Tirkiye-Romanya-Polonyayê li Varşovayê ye bi wezîrê herdu dewletan û Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ra civiya.
Di civîna li Wezareta Karên Derva ya Polonyayê hat kirin da Çavuşoglu, Witold Waszczykowskiyê Wezîrê Karên Derva yê Polonyayê, Teodor Melescanuyê Wezîrê Karên Derva yê Romanyayê û Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê hazir bûn.
Di daxuyaniya beriya civînê da hatibû ragihandin ku wê li ser rola NATOyê ya dijî terorê biaxivin û biryarên ji zîrweyên li Galler, Varşova û Brukselê derketin gotûbêj bikin.
Civîna Wezîrên Karên Derva ya Tirkiye-Romanya-Polonyayê di 9ê hezîrana 2016an da li Varşovayê û di 25ê tebaxa 2016an da jî li Enqereyê hatibû kirin.