muhamme
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku di operasyona rizgarkirina Telaferê de Taxa Cezîreyê û Mezargeha Îmam Xidir Îlyas hatin kontrolkirin.
Fermandeyê Operasyona Telaferê General Ebdulemîr Reşîd Yarullah diyar kir ku Taxa Cezîreyê ya li başûrê başarê Telaferê û Mezargeha Îmam Xidir Îlyas ji aliyê hêzên Iraqê hatin rizgarkirin.
Yarullah destnîşan kir ku Alaya Iraqê li ser xanî û avahiyên wê taxê hatiye bilindkirin.
Herwiha anî ziman ku di kontrolkirina van deveran de Artêşa Iraqê, Dije Teror, Polîsê Federal û Heşda Şebî beşdar bûne û DEAŞê ziyaneke mezin daye.
Wek din Yarulllah got firokeyên cengê jî ji esman ve piştgirî dane operasyonê.