23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Kordînatorê Rewşên Acîl Stephen O'Brîen der heqê mizakereyên ku wê îro li Cenevreya bajarê Swêdê dest pê bikin da got ku çavê hemû dinya û sûriyeyiyan li van hevdîtinan e, ji bo mirovan vebijêrka bê mirin û talan tenê çareseriya siyasî ye.
O'Brîen li Konseya Ewlehiyê ya NYê di civîna li ser rewşa mirovî ya li Sûriyeyê da axivî û got ku li welêt 13 milyon û nîv kes mihtacî alîkariya mirovî ye, ji sedî 85ê nifûsê xizan e.
O'Brîen nîvê nifûsa welêt zehftir ji sala 2011an heta niha ji mal û milkên xwe bûne û wiha dewam kir: "Par li Sûriyeyê her roj teqrîbî 5 hezar kes ji malên xwe bûn. 6 milyon û 3 hezar kes mecbûr man û di nav welêt da koç kirin. 4 milyon û 9 hezar kes jî li welatên cînar wek penaber qeyda xwe çêkirin. Nêzî milyonek û 2 hezar sûriyeyî jî ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dan."
O'Brien diyar kir ku digel biryara Konseya Ewlekariya NYyê, hê jî di veguhastina alîkariyên mirovî da kêşeyên mezin hene, hikûmeta Sûriyeyê berdewam pirsgirêkên buroktratîk derdixe û ev demeke dirêj e ku alîkariyên mirovî nagihêjin deverên di bin dorpêçê da.
Stephen O'Brien herwisa wiha xeberda:
"Çavê tevahiya Sûriyeyê û dinyayê li Cenevreyê ye. Lêbelê tenê çareseriyeke siyasî dikare ji xeynî kuştin û rûxînê ji derdê mirovan ra bibe derman. Bi milyonan jin, mêr û zarok li benda gaveke erênî û qenc in ku dê ji vir derkeve."
- "Rejim beriya hemû gotûbêjan êrîşên xwe zêde dike"
Nûnerê Mayînde yê Fransayê yê li NYyê François Delattre jî beriya civînê daxuyanî da rojnamegeran û got ku rejima Sûriyeyê di nava van çend rojên vê axiriyê da dezgehên tenduristiyê jî di navê da êrîşên xwe didomîne.
Delattre diyar kir ku rejimê êrîşên bi vî rengî ji xwe ra kiriye adet û wiha got, "Rejima Sûriyeyê beriya hemû serdemên gotûbêjê operasyonên xwe yên leşkerî germ dike. Em vê yekê şermezar dikin."