23 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya Iraqê ji bo kontrolkirina Balafirgeha Mûsilê ya Navneteweyî ya ku li rojavayê navenda bajarê Mûsilê ye û herwiha di destê rêxistina terorê DEAŞê da ye, dest bi operasyonê kirin.
Di daxuyaniya Tora Çapemeniya Şer a girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê da wiha hat gotin, "Yekîneyên zirxpoş ên artêşa Iraqê û hêzên polês ê federal ji bo kontrolkirina Balafirgeha Mûsilê ya li perê başûrê rojavayê bajêr, dest bi operasyoneke berfireh kirin."
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku firokeyên cengê yên Hêzên Asîmanî yên Iraqê jî beşdarî operasyonê bûn.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî yekşema borî ragihandibû ku operasyona rizgarkirina hêla rojavayê navenda bajarê Mûsilê dest pê kir.
Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku qedera 60 hezar leşkerên Iraqê li sê eniyan beşdarî operasyona navborî dibin.