20 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
MADRÎD
Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy der barê operasyona ku cendirmeyan ji ber hewla referanduma serxwebûnê birin ser saziyên rêveberiya xweser a Katalonyaya da got, "Dewleta Îspanyayê helbet ew ê bertekê nîşanî binpêkirina qanûnan û qanûna bingehîn û lihemberderketina statuya xweseriya Katalanyayê bide."
Rajoy li Meclisê daxuyanî da rojnamevanan û got ji bo ku di 1ê cotmehê da referanduma serxwebûnê nekin hişyarî dabûn rêveberiya Katalonyayê.
Rajoy got li dinyayê tu dewleteke demokratîk tune ku hewleke wiha qebûl bike û wiha pê da çû:
"Dizanibûn ku ew ê nikaribin referandumê bikin lewra ev ê bê wê meneyê ku desthilatdariya neteweyî ya biryardayîna îspanyolan bê tasfiyekirin. Heke li Îspanyayê qanûn neyên pêkanîn ew ê bibe sedema bêedaletiyê û em tu carê nikarin destûrê bidin vê. Dewleta Îspanyayê helbet ew ê bertekê nîşanî binpêkirina qanûnan û qanûna bingehîn û lihemberderketina statuya xweseriya Katalanyayê bide."
Rajoy bangî Serokwezîrê Katalonyayê Carles Puigdemont kir ku bira "dev ji hewlên serxwebûnê berde û qanûnan pêk bîne".
Cendirmeyên Îspanyayê ji bo ku pêşiyê li referanduma serxwebûnê ya 1ê cotmehê bibirin îro destê sibê operasyon dabûn destpêkirin û di ser 9 saziyên hikûmeta rêveberiya xweser a Katalonyayê da girtibûn. Di operasyona cendirmeyan da 12 kes hatibûn binçavkirin.