30 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê mensûbên rêxistina terorê PKKyê yên xwestin êrîşî Qereqola Cendirmeyên Zeyrekê bikin, li noqteya korucuyan a ku nêzîkî qereqolê ye, wesayîta bombebarkirî teqandin û di encamê da 5 korucu û welatiyek birîndar bûn.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku Fermandariya Cendirmeyên Diyarbekirê bi armanca astengkirina êrîşên mensûbên rêxistina terorê yên bi wesayîtên bombebarkirî va li tevahiya bajêr bê navber fealiyetên xwe yên kontrol û ewlekariya rê dimeşînin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 29ê Gulana 2016an saet 22.15an da nêzîkî kîlomêtroyek li rojavayê Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Zeyrekê ya girêdayî Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Qulpê, korucuyên ku li ser rêya Licê-Qulpê peywira ewlekariya rê îcra dikirin, xwestin ku wesayîta şikbar a wisa dixuya bombebarkirî ye, rawestînin û wiha dewam kir:
"Sê mensûbên rêxistina terorê ji wesayîtê peya bûne, xwestine birevin û li ser vê, kurtedemekê korucu û terorîst pevçûne, terorîstek hatiye qefaltin. Bi destê herdu terorîstên ku ji ciyê bûyerê revîn va wesayîta bombebarkirî hatiye teqandin, di encamê da 5 korucuyên me yên qehreman ên ku rê li ber êrîşeke muhtemel a dijî hêzên ewlekariyê girtin û welatiyekî me birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê û vêga tên dermankirin."
Hat ragihandin seba qefaltina terorîstên ku ji ciyê bûyerê revîn, ji erd û asîman operasyon dan destpêkirin.