Di van demên dawîn de hejmara koçên qaçax ên ku ji Afrîkayê ber bi Îtalyayê ve tên kirin, zêde dibin. Li gor vê, hejmara bûyerên dilsoj jî zahf dibin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îtalyayê herî dawîn hêzên behrevaniya Îtalyayê li dijî keştiyeke ku 600 koçberên qaçax tê de bûn, operasyon li dar xist û di operasyonê de bi qasî 27 û 30 cesedên penaberan hat dîtin.
Di nûçeyan de hat gotin ku di nav cesadan de du jinên hemle jî henin û penaber dibe ku di keştiyê de ji ber nebûna hewayê miribin. Penaberên ku hatin xelaskirin û yên ku mirin anîn lîmana Pozzalloyê.