Haydar Şahin
22 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
Rêveberiya Bexdayê diyar kir ku cesedê 300 hêsîrên ji Kuweytê yên ku rejima Sedam Huseyn di salên 1990an da dîl girtibûn û dabû kuştin teslîmî Kuweytê kirin.
Korgeneral Reşîd Fileyhê şefê Polêsên Besrayê yê endamê Komîteya Lêgerîna Kesên Windabûyî yê Ji Iraq û Kuweytê daxuyanî da û diyar kir ku 613 kesên ji Kuweytê li Iraqê winda bibûn, hetanî nika me hestiyên 300 kesî dîtin û teslîmî meqamên Kuweytê kirin.
Fileyh destnîşan kir ku xebatên lêgerînê hê dewam dikin, di van demên dawîn da di çarçoveya xebatan da li Zîkara li başûrê welêt xebatan dimeşînin.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêr bangî hikûmeta Iraqê kiribû ku bira ji bo çareserkirina pirsgirêka welatiyên Kuweytê yên windabûyî xebatên lêgerînê bidomîne.
Kuweytê diyar kiribû dema artêşa Iraqê Kuweyt dagir kir 320 welatiyên wan winda bûn, Iraqê jî destnîşan kiribû ku ji 5 hezarî zêdetir welatiyê Iraqê winda bûne.