Sabiiyên ku yek ji kêmneteweyên li Iraqê dijîn ji bo ku "ji gunehê xwe paqij bibin" li Çemê Zapê yê Mezin xwe şûştin.
Sabiî ji ber "roja waftîzê ya zêrîn" sibê zû ji herêmên cuda yên Iraqê hatin navçeya Kelekê û li kêleka Çemê Zapê yê Mezin ê ku 40 kîlometro dûrî Hewlêrê ye, kom bûn. Sabiiyan li vir kon vedan û dest bi amadehiyên ayînê kirin.
Sabiî hilatina rojê li cihê ku lê ayîn kirin temaşe kirin û piştî ku taştê xwarin bi dorê hatin cihê ku dê merasim bê kirin. Sabiî li dora dara ku dibêjinê "Dirapşîtî" û wê wekî alaya Hz. Yehya bi nav dikin, kom bûn û dia kirin. Sabiî pişt re çûn ba keşîşê ku di nav avê de weftîzê dike û dibêjinê "Termîde". Termîde kesê ku hat bal wî pêşiyê sê caran avêt ser avê û şûşt, pişt re jî av reşandê. Ev kes li dora Termîde geriyan û fetilî.
Sabiiyên ku ji nav avê derketin li dora "dara Dirapşîtî" geriyan, çar caran fetilîn û li cihê ku ji bo wan hatibû veqetandin rûniştin. Kesên ku ji çem derketin bêyî ku biaxivin, tiştekî bixwin û vexwin li bendê man ku her kes bê şûştin. Serokê dînî Termîde piştî karê şûştinê kuncî li eniya sabiiyan da, ava çêm da vexwarin û bi xwarina ku da xwarin ayîn temam kir.
- Roja weftîzê
Termîde Îsam Xelefê serokê dînî yê sabiiyên iraqî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got "Îro ew roj e ku Hz. Yehya weftîz bûye. Ji bo me rojeke bibereket, binûr û roja rizgariyê ye. Ji ber wê em îro bi hevalên xwe re ji bo ku ji vê roja bibereket sûd wergirin hatin."
Xelef got di ava herikbar de xwe dişon û ji guneh û nexweşiyên xwe pak dibin û wiha axivî:
"Em vê weftîzê li gor baweriya xwe salê carekê dikin. Li gor baweriya me kesê ku weftîz nebe ji dîn derdikeve. Ji ber ku dînê me pergaleke baweriyê ya wisa ye ku ji dê û bavê me derbasî me dibe, lê şert û mercên wê divê bêkêmasî bên tetbîqkirin. Ji ber wê jî îro bi taybetî ji bo zarokan gelekî girîng e. Îbadetekî wisa ye ku divê zaroka nû jidayikbûyî, dayika welidî, yên dizewicin tev bi cî bînin. Cihê kesên weftîznebûyî di dînê me de tune."
Şamil Yehyayê ku bi malbata xwe ji bo weftîzê hat kêleka robarê got ku "Em bi avê digel bedenê rihê xwe jî paqij dikin. Westandin û nexweşî bi avê diçe. Li gor baweriya me ava herikbar pîroz e. Em bi avê xwe paqij dikin û dia dikin. Bila Afîrîner gunehên me hemûyan bibexşîne."
- Sabiîtî
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîrokî û dînî hatin berhevkirin sabiî wekî parçeyek mezhebekî xiristiyaniyê ne û wekî "xiristiyanên Yehya yên weftîzker" hatine binavkirin. Lê belê tê diyarkirin ku bawerî û kevneşopiya sabiî cemaeteke dînî ya cuda ye. Sabiî îdia dikin ku dînê wan dînê ewil e ku bi Hz. Adem re dest pê kiriye, lê di rastiyê de dîroka sabiîtiyê 2 hezar sal beriya niha dest pê dike. Sabiî di rabirdûyê de bêtir li Sûriye û Iraqê dijiyan lê bi demê re belavî cihên cuda yên dinyayê bûn.
- Weftîzbûn
Li gor baweriya sabiîtiyê îbadetê herî girîng weftîz e ku dişibe destnimêja xuslê ku hemû bedenê dixin nav avê û derdixînin. Sê ayînên xweşûştinê yên dînî yên sabiiyan hene ku wekî "Masbûta, Tamaşa, Rîşama" tên binavkirin. Di Masbûtayê de di bin çavdêriya keşîşekî de her hefte roja yekşemê dikevin nav avê û derdikevin. Di Tamaşayê de piştî qirêjiyên dînî yên ku tên kirin sabiî sê caran dikevin çem û derdikevin û xuslê digirin. Rîşama jî dişibe wekî destnimêja Îslamê.