31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê çirayên Qûleya Eyfelê seba xatirê kesên ku di êrîşa mizgeftê ya li Kanadayê da mirin, hatin temirandin. Li Quebec Cîtya paytextê eyaleta Quebeca Kanadayê, li dijî mizgeftekê êrîşa terorê hatibû kirin. Ji bo xatirê kesên ku di êrîşê da hatin kuştin, nîvê şevê pê va çirayên qûleyê bi temamî hatin temirandin.
Li Kanadayê di êrîşa ser mizgeftê da 6 kes mirin.
Şaredarê Parîsê Anne Hîdalgo daxuyaniya nivîskî da û berteka xwe wiha da nîşan: "Ez vê êrîşa terorê ya ku kesên fanatîk bir ser merivên sivîl ên bêsûc û guneh, bi tundî şermezar dikim."

Hîdalgoyê daxuyand ku gelê Parîsê bi malbatên qurbaniyan ra ne û wiha dewam kir: "Gelê Parîsê ji bo ku piştevaniya xwe bide nîşan ku bi gelê Quebecê ra ye, çirayên Qûleya Eyfelê wê roja duşemê nîvê şevê werin temirandin. Sînorê şidet û hovtiyê tunebe jî, bajarên me li dijî vê gefê wê piştevaniya xwe bidomînin."
Li Quebeca eyaleta Kanadayê misilman ji bo nimêja eşayê li Navenda Çandê ya Îslamê civiyabûn. 3 kesan êrîşî cimaetê kir û 6 kes hatibûn kuştin.