Enes Canlı
30 Mijdar 2023•Rojanekirin: 30 Mijdar 2023
Hat ragihandin, li Qudsa Rojhilat di êrîşa biçek da 3 Îsraîlî hat kuştin, 3 kes xedar birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Berdevkiya Polêsê Îsraîlê, li biniya Qudsa Rojhilat li dijî Îsraîliyan êrîş hat kirin.
Polêsê Îsraîlê diyar kir, herdu berşikên êrîş pêk anîn, bi guleyan hatin berterefkirin û gelek yekîne bo cihê bûyerê hatin şandin.
Polêsê Îsraîlê eşkere kir, di êrîşê da 3 Îsraîlî hat kuştin, 3 kes xedar birîndar bûn.
Hat diyarkirin, herdu Filistîniyên şêniyên Qudsa Rojhilat ên hat destnîşankirin êrîş pêk anîne jî ji hêla du eskerên di îznê da û sivîlekî çekdar hatin kuştin.
Polêsê Îsraîlê her wiha eşkere kir, êrîşkar bi çekeke otomotîk a M-16 û demançeyekê hatin cihê bûyerê û di wesayîta wan da şarjorên tijî hatin dîtin.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin da jî xuya dike, li derdora rawestegeheke otobusan a qelebalix a li biniya Qudsa Rojhilat dengê çekan tê bihîstin û însan dest bi rev û bezê dikin.