Abdullah Tel
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
SEUL
Koreya Bakur û Koreya Başûr piştî du salan careke din dest bi hevdîtina "payebilind a dualî" kirin.
Hevdîtin li gundê Panmunjoma ku di navbera herdu welatan da û esker lê tunene hat kirin. Li ser navê her aliyekî 5 delege beşdarî hevdîtinên dualî bûn.
Wezîrê Pevgihîştinê yê Koreya Başûr Cho Myoung-gyon beriya hevdîtinê daxuyanî da û got: "Em ê ji bo ku Olîmpiyatên Zivistanê ya PyeongChang bibe wek mihrîcana aştiyê ya navbera herdu welatan û têkiliyên wan çêtir bike girîngiyê nîşanî vê civînê bidin."
Choyê ku bi axaftina xwe hêviyên ji civînê zêde kir got ku ewê bi lez û bez tevnegerin û ji bo di encamê da tiştekî bi kêr derkeve holê jî wê hewl bidin.
Serokê Komîteya Pevgihîştina Aştiyane yê Koreya Bakur Ri Son-gwon jî got: "Ez bi wê hêviya ku wê herdu Kore jî bi tevgerên baş tevbigerin li vê derê me."
Di hevdîtina dualî ya navbera herdu Koreyan da tê payîn ku têkîliyên herdu aliyan çêtir bibin û Nîvgirava Koreyê jî ji çekên nukleerê bê paqijkirin wê hewl bê dayîn.