Nihat Kavşut
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê biryardariya xwe ya ji bona "piştgiriya der heqê yekîtiya Sûriyeyê" û "Sûriyeya yekbûyî" da berdewam dike.
Rayedarekî ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ku nexwest navî wî bê eşkerekirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê Sûriyeyê da axivî.
Rayedarê payebilind ji bona nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin û tê gotin "Amerîkayê li bakurê welêt herêmên di destê PYD/PKKya rêxistina terorê da ne wek herêmeke serbixwe nas bike" diyar kir piştgiriyê didin yekîtiya Sûriyeyê û wiha axivî: "Em piştgiriyê didin Sûriyeya demokratîk ku yekbûyî ye û heqê hemû koman tê parastin. Li gor biryara bi jimara 2254 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku qala pêvajoya siyasî û hilbijartinê dike pêşeroja Sûriyeyê wê bi destê xelkê Sûriyeyê bê destnîşankirin. Em dixwazin li Sûriyeyê hemû teref bi hev ra tevbigerin."
Wek mayîn di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat diyarkirin Operasyona Biryardariyê ya Yekbûyî wê dewam bike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin hêza rêjima Sûriyeyê tuneye ku li dijî DEAŞa rêxistina terorê şer bike.