Türkan Tosun
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
AGRI
Li Elaşgira navçeya Agiriyê şev berf barî, ji ber vê Çiyayê Kosedaxê yê ku raqima wî 3 hezar û 433 ye bi berfê xemilî.
Li bajêr dem demî baran barî û cihên bilind jî berf barî. Çiyayê Kosedaxê yê ku 20 kîlomêtro nêzîkî navçeya Elaşgirê ye û raqima wî jî 3 hezar û 433 ye bi berfê xemilî.
Welatî Nezîr Yilmaz ji nûçegihanê AAyê re got îsal zivistan zêde çetin derbas nebû.
Yilmaz got hema bibêje ji çileya paşîn vir va berf nebarî û wiha axivî: "Niha em di meha nîsanê de ne, lê berf barî û Çiyayê Kosedaxê bi berfê nixumî."