Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê êrîşa terorê ya li Agiriyê de nirxandina "Ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkan li hember êrîşa xaîn a li Agiriyê berteka ku hewce dike, tê dayîn." kir.
Davutoglu li ser hesaba xwe ya Twittera malpera parvekirina civakî de wiha got "Ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkan li hember êrîşa xaîn a li Agiriyê berteka ku hewce dike, tê dayîn. Min demek beriya niha dîsa ji Serokê me yê Sererkaniyê û rayedarên me yên Karên Navxweyî agahî sitandin. Bila tu kes nekeve gumanan. Dê teqez ewlehiya hilbijartina ku dê mirovên me bi vîna xwe ya azad deng bidin, bê pêkanîn."