29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
İSTANBUL
Konfederasyona Fitbolê ya Amerîkaya Başûr (CONMEBOL) diyar kir ku ji ber qezaya teyareyê ya li Kolombiyayê hetanî fermaneke din hemû organîzasyonên xwe da sekinandin.
Di daxuyaniya li ser malpera CONMEBOLê hat weşandin da hat diyarkirin ku ji ber ku teyareya lîstikvanên Chapecoenseya taxima Lîga Fitbolê ya Ya Ewil a Brezlyayê li Medellîna bajarê Kolombiyayê ket hemû organîzasyon hetanî danezaneke din dan sekinandin.
Di daxuyaniya da hat diyarkirin ku Serokê CONMEBOLê Alejandro Dominguez çû bajarê Medellînê.
Taxima Chapecoenseyê ya ku di teyareyê da bû ew ê di 1ê berfanbarê da ji bo fînala Kupaya Sudamericanayê bi Atletico Nacionala taxima Kolombiyayê ra derketin hemberî hev.