Önder Beyter
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
BOGOTA
Hat ragihandin ku li Kolombiyayê 12 ton kokaîn hat qefaltin.
Rayedaran ragihand ku di operasyonên hevdem ên dijî çewligên mûzan da 12 ton kokaîn hat bidestxistin.
Serokê Dewletê Juan Manuel Santos destnîşan kir ku 12 ton kokaîna bidestxistî, di dîroka welat da miqdara herî mezin a bidestxistî ye.
Ewlekariyê ragihand ku kokaîna bidestxistî, ya Dairo Usugayê serokê rêxistina "Qebîleya Tengavê" ye.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 4 kes hatin binçavkirin.