10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
FIFAyê Xelata Baştirîn Futbolîzê Mêr yê salê da yarîzanê Real Madrîdê Cristiano Ronaldo.
Merasima galayê ya ku FIFA bi mebesta tesbîtkirina baştrînên 2016ê li dar dixe, li Zûrîxa bajarê Swîsreyê bi pêşkeşvaniya aktirîsa DYAyî Eva Longoria û spîkerê televizyona Almanî Marco Schreyl bi rêva çû.
Di encama dengdayînê da yarîzanê Real Madrîdê Cristiano Ronaldo, stêrê Barcelonayê yê Arjentînî Lionel Messi û futbolîzê Frensî yê Ateletico Madrîdê Antoine Griezmann li dû xwe hişt û Xelata Baştrîn Futbolîzê Mêr yê Salê qezenc kir.
Xelata Baştrîn Futbolîza Mê ya Salê jî yarîzana DYAyî Carli Lloyd ya ku taximê Houston Dashê da dilîze, qezenc kir.

- 11ên salê
Ji aliyê FIFA û Yekîtiya Fitbolvanên Profesyonel ên Navneteweyî (FIFPro) va ev fitbolvan wekî 11ê salê hatin hilbijartin:
Qeleparêz: Manuel Neuer (Bayern Munih)
Berevanî: Gerard Pique (Barcelona), Dani Alves (Juventus), Sergio Ramos, Marcelo (Real Madrid)
Navîna Yarîgehê: Andres Iniesta (Barcelona), Luka Modric, Toni Kroos (Real Madrid)
Forvet: Lionel Messi, Luis Suarez (Barcelona), Cristiano Ronaldo (Real Madrid)

- Teknîk dîrektorê salê Ranîerî
Îtalyan Claudîo Ranîeriyê ku di heyama borî da texima Leîcester Cityê di Lîga Premîer a Îngiltereyê da xistibû şampiyon li pêşiya Zînedîne Zîdaneyê (Real Madrîd) ji Fransayê û Fernando Santosê (Taxima Neteweyî ya Portekîzê) ji Portekîzê ket û bû teknîk dîrektorê salê.
Xelata teknîk dîrektora gogelinga jinan dan Sîlvîa Neîda teknîk dîrektora berê ya Taxima Neteweyî ya Almanyayê.

Xelata Puskasê ya ku didin gola herî baş salê dan Mohd Faîz Subriyê ji Malezyayê yê ku di taxima Penangê da dilîze.

Xelata Faîr Playê ya FÎFAyê dan Atletîco Nacîonala ku Kupaya Sudamericanayê diyariyê Chapecoenseya ku heyeta xwe ya teknîkî û gogvanên xwe di qezaya teyareyê da winda kiribû. Xelata Alîgiran a FÎFAyê dan alîgirên Lîvelpool û Borussîa Dortmundê yên ku bi hev ra tezahurat kirin. Xelata Kariyera Derasayî jî dan Falcoyê gogvanê futsalê yê ji Brezîlyayê.