Önder Beyter
01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2015
MADRID
Stêrkê klûba Real Madridê yê Portekîzî Cristiano Ronaldo di dîroka klûba îspanyolî de bû ew lîstikvan ku di UEFA Lîga Şampiyonan de herî zêde gol avêt.
Di UEFA Lîga Şampiyonan de Real Madrid li deplasmanê derket pêşiya Malmoyê û 2-0 bi ser ket. Di pêşbirkê de Ronaldo herdu golên Real Madridê avêtin. Bi vê encamê ve Ronaldo bi formaya tîma îspanyol ve di lîga navborî de derket 65 pêşbirkan û 67 gol avêtin.
Di dîroka klûba Real Madridê de lîstikvanê efsanewî Raul Gonzalez Blanco di 130 pêşbirkî de 66 gol avêtibûn. Futbolîstê navdar Ronaldoyê ku 30 salî ye rekora Blanco derbas bû û di dîroka klûba îspanyol de nasnava lîstikvanê ku di UEFA Lîga Şampiyonan de herî zêde gol avêt, bi dest xist.