NEW YORK
Koma ku bi navê Komeleya Tirkên Ciwan (Young Turks) ragihandin ku dixwazin bala dinyayê bikşînin ser zulma ku li Tirkên Ûygûr tê kirin. Komê çelenga reş danî ber deriyê Nûnertiya Daîmî ya NY a Çînê.
Li ser komê Serokê 2yem ya Federasyona Komeleyên Tirk Amerîkan (TADF) û Serokê Komeleya Tirkên Ciwan Tulga Tekman axivî û got ku tevgera Çînê ya li ser Tirkên Ûygûrê nayê qebûlkirin. Çapemenî li ser vê mijarê ne hessas e, divê protestoyên ku li dijî Çînê tê kirin bi zanetî devam bikin. Birayên me yên ku li Çînê dijîn ji sala 1949an heta niha eziyetê dikşînin.