Zarokên Filistînî midaxaleya artêşa Îsraîlê ya li dijî 3yemîn Komkeştiya Azadiyê ya ku armanca wê şkandina abloqeya li ser Xezeyê bû, protesto kirin.
Bi dehan zarokên ku beşdarî xwepêşandana li lîmana Xezeyê bûn pankartên mîna, "Beriya ku roj hil were, di tariya şevê de êrîşê we kirin", "3yemîn Komkeştiya Azadiyê em dubare li benda we ne" û "Pozbilindiya dagirker ji qanûnên navneteweyî mezintir e" bilind kirin.
Xwepêşaner Îzzeddîn el-Lulu di axaftina xwe ya li vir de bertek nîşanî midaxaleya Îsraîlê kir û wiha xeberda: "Xeze bi abloqe û tengasiyan re rûbirû ye. Îsraîl jî binpêkirinên xwe didomîne. 3yemîn Komkeştiya Azadiyê di warê îfşakirina rûyê rast ê Îsraîlê yê dagirker û qirêj de bi ser ketiye."
Artêşa Îsraîlê daxuyandibû ku wan di nava sînorê navneteweyî yê behrê de midaxaleyê tekneyeke ji 3yemîn Komkeştiya Azadiyê ya dixwest ku abloqeya li ser Xezeyê bişkêne, kir û tekneya navborî dê bînin baregeha behrî ya li lîmana Aşdota li başûrê Tel Avîvê.