Haydar Şahin
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
PEKÎN
Lu Kangê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Çînê got ku bi xweşbînî biryara ku welatên misliman ji bo Qudsê dan dinirxînin.
Luyê Berdevk di civîna çapemeniyê da der barê banga Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya ji bo Qudsê li civaka navneteweyî kir da got ku Çîn bi xweşbînî biryara ku welatên misliman ji bo Qudsê dan dinirxîne.
Lu bal kişand ku welatê wan piştgiriyê yekîtiya fikra civaka navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Qudsê, ji bo Filistîneke paytextê wê Qudsa Rojhilat e û li gor sînorê sala 1967an hatiye avakirin piştgiriyê didin.
Berdevk got hêviya wan ew e ku mizakereyên di navbera Îsraîl û Filistînê da di demeke kin da dest pê bikin, hemû aliyan teşwîq dikin ku bi adilî mijara Filistînê bi tevahî were çareserkirin.