Haydar Şahin
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
BRUKSEL
Serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê ya ji 28 endaman pêk tê ji bo ku li ser mijarên Brexît, penaber, Quds, Rûsya, parastin, civak û aboriyê biaxivin li avahiya Brukselê ya Konseya YEyê civiyan.
Dema lûtkeyê dewam dikir Donald Tuskê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê di hesabê xwe yê medyaya civakî da li ser pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û Qudsê da daxuyanî da. Tusk di daxuyaniya xwe da got, "Serokên YEyê teyîd kirin ku çareseriya herî baş dudewletî ye, ji ber vê jî nêrîna Yekîtiya Ewropayê ya li ser statuya Qudsê ew ê neguhere."
Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide ku li gor sînorên 1967an Quds bibe paytextê herdu dewletan jî. YE dixwaze ku motanî Donald Trumpê Serokê Amerîkayê gavên yekalî neavêjin, di encama mizakereyan da statuya Qudsê were eşkerekirin.