Emre Aytekin
03 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2026
Çînê ragihand şermezar dike ku Amerîkayê dijî welatekî desthilatdar û dijî serokdewletê wî hêz bi kar anî.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Çînê da hat diyarkirin ku çalakiyên Amerîkayê yên ku wekî "hegemonîk" hatin binavkirin hiqûqa navneteweyî û desthilatdariya Venezuelayê îxlal dike, li Amerîkaya Latîn û herêma Karayîpan aştî û ewlehiyê tehdîd dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Çîn matmayî ye ku Amerîkayê dijî welatekî desthilatdar û dijî serokdewletê wî hêz bi kar anî û vê yekê bi tundî şermezar dike."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Çîn dijî kirinên Amerîkayê ye û bangî birêvebiriya Washîngtonê kirin ku girêdayî hiqûqa navneteweyî û prensîb û armacên Şerta Neteweyên Yekbûyî (NY) bimîne, dawî li îxlalkirina ewlehî û desthilatdariya welatên din bîne.