Semih Erdoğdu
28 Îlon 2026•Rojanekirin: 28 Îlon 2026
Li Enqereyê ji ber taviya baranê qatên binî û zemîna hin avahiyan di bin avê da man.
Li bajêr bi şev taviya baranê bariya. Ji ber taviyê li ser kuçe û xaçerêyan û her wiha di binê hin pireyan da av gol bû.
Li navçeya Keçîorenê li ser Kuçeya Gulgunê ya li Taxa Basinevlieriyê li cihê ku di 22yê Îlonê da ji ber taviya baranê tep bû, avê da binê hin avahiyan.
Ji avahiyeke ku avê da binî, welatiyan bi derfetên xwe hewl dan avê texliye bikin.