DAEŞa rêxistina terorê ya ku piraniya Cerablûsa navçeya Helebê di bin kontrola wê de ye gelek cihên girîng û avahî hilweşand.
Li Qarqamişa navçeya Gazîantebê ya ku li sînorê Sûriyeyê ye teqînên li Cerablûsê pêk tên, tên dîtin. Endamên DAEŞê 5 depoyên avê yên ku li navçeyê bi teqemeniyan hilweşand û berê jî bi heman rêyê gelek avahiyên aîdê muxalifan hilweşandibû.
Heta hefteya borî endamên DAEŞê li ser xeta sînor hendek dikolan û tê de mayin bi cih dikirin lê niha ji herêmê dûr ketine.
Alayên DAEŞê yên ku nêzî sînorê Tirkiyeyê hatibûn daliqandin jî hat dîtin ku hatine qelaştin.
Mihemed Ebdoyê ji Sûriyeyê daxuyanî da rojnamegeran û bi bîr xist ku ji ber êrîşên DAEŞê reviya û xwe spart Qarqamişê.
Ebdo diyar kir ku heta demeke nêz endamên DAEŞê li herêma nêzî sînor hendek dikolan û wiha pê de çû: "Êdî li vir nînin. Alaya wan jî qelişiye û yên nû jî daneliqandine. Ev demeke hendek jî nakolin. Depoyên avê jî teqandin û ev yek jî nîşan dide ku planeke DAEŞê ya li vê derê bi cih bibe tuneye. Ji hin sivîlên ku li navenda navçeyê ji me re tu xeber nayê."