Welatên Yekîtiya Ewropayê terorîstên ku li Tirkiyeyê sûc kirine û bi rêya înterpolê îadeya wan tê xwestin, teslîm nakin, lêbelê rêveberê HDPyê di asteke bilind de pêşwazî dikin.
Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan di ziyaretên xwe yên ji bo welatên Ewropayê de bi awayekî plankirî seredana rêveberên payebilind ên rêxistina terorê dikin.
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ê hatibû plankirin ku bi nûnerên rojname û têlevîzyonan re were bal hev di 5ê tebaxê de çû Brukselê. Li vir Demîrtaş bi Endamê Konseya Rêvebirinê ya KCKyê Zubeyîr Aydar û Hevserokê Giştî yê Kongra-Gelê Remzî Kartal re hat bal hev. Selahattîn Demîrtaş di 20ê tebaxê de jî ber bi Swêdê bi rê ket. Demîrtaş wekî mêvanê Navenda Olof Palmeyê çû Stockholmê û li vir bi Wezîra Karên Derva ya Swêdê Margot Wallstromê re hat bal hev.
Demîrtaş piştî hefteyekê derbasî Awistiryayê bû û di 27ê tebaxê de bi Serokomarê Awistiryayê Heînz Fischer re hat bal hev. Demîrtaş di 28ê tebaxê de di mitînga partiya xwe ya li Viyanayê de axivî û got ku wekîlên wan nikarin bikevin Yuksekovayê û wiha xeberda, "Waliyê AK Partiyê bi panzer, tank û TOMAyan ve deriyê bajêr girtiye. Hevalên me ji sedî 100 deng wergirtin. Aniha ez ji we re dibêjim, kurd bira xweseriyê nexwezin, lê bira çi bikin?" Ev îdiayên Demîrtaş bûn sedema nîqaşê.
Dû re Demîrtaş derbasî Hollandayê bû û li Laheyê di bernameya ku bi destê HDPyê ve hat lidarxistin de axivî.
"Piştgiriya Tirkiyeyê ya li dijî DAEŞê bêtir girîng e"
Welatên YEyê bi salan e ku helwesta xwe ya parastina mensûbên PKKyê û yên rêxistinên terorê yên din didomîne. Pisporên ku helwesta welatên rojavayê ya li hemberî rêxistina terorê nirxandin, bal kişandin ku rêxistina terorê PKK ji rewşa nû ya Sûriyeyê sûd werdigire û wiha dewam kirin, "PKK bi vegotina, 'Em yekane unsûrên laîk in ku bi DAEŞê re şer dikin' ve piştgiriyê ji welatên rojavayê distînin. Heger piştgiriya welatên dereke nebe rêxistinên terorê nikarin li ser piyan bimînin. Welatên ku li ser Tirkiyeyê hesabên wan hene, PKKyê bi kar tînin."
"Gelek berşik nehatin teslîmkirin"
Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê Bulent Orakoglu ji peyamnerê AAyê re got ku têkildariya rêxistina cudaker a terorê ya bi Ewropayê re pir eşkere ye û wiha got, "Rojava rêxistinên taşeron ên li Tirkiyeyê diemilîne û xwe ber operasyon û provokasyonan wisa ve dikşîne ku dikare pevçûna kurd-tirk û elewî-sunî derbixe holê."
Orakoglu diyar kir ku Pêvajoya Çareseriyê ji provokasyonên Ewropayê zirar dît û careke din şer û pevçûnan dest pê kir û wiha pê de çû:
"Dema ku DAEŞ û Qendîl hatin bombardûmankirin mutefîq nehatin agahdarkirin. Ev nîşaneyeke eşkere ye ku Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê jê agahdar e ku di serî de Rojava hêzên kurewî li Tirkiyeyê piştgiriya terorê dikin. Di serî de Almanya welatên Rojavayê pitgiriyeke cidî dan rêxistina terorê. Ev welat, gelek berşikên ku ji ber fealiyetên terorê li wan digerin, teslîmî welatê me nekirin. Yewnanistan jî yek ji van welatan e."
Pisporê Lêkolînên Stratejîk ên Navneteweyî Mehmet Yegîn jî destnîşan kir ku her welat li welatên din hin unsûran wekî amûr bi kar tînin û ji vê jî piştgiriyeke madî û dîplomatîk werdigirin.