02 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
MÛSIL
Li Iraqê DAEŞa rêxistina terorê bi fuzeyên katyûşayê êrîşî nêzî navenda sporê ya li Mexmûra navçeya Mûsilê ya ku lê koçberên nav welêt dimînin kir, piştî êrîşê bi qasî 2 hezar kesî sewqî herêmekî din kirin.
Rizgar Ûbeydê Berpirsyarê Weqfa Xêrxwazan a Barzanî li Mexmûra navçeya Mûsilê pêşwaziya sivîlên ku ji DAEŞê reviyan kir û daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Me koçberên nav welêt ên ku ji herêmên di destê DAEŞa rêxistina terorê de reviyan ji bo maweyeke berwext li navenda vir bi cî kir. Lê belê êrîşên xwekujiyên ku duh şev li navenda navçeyê bi wesayîtên bombebarkirî hatin kirin û fuzeyên katyûşayê yên ku li cihê ku ew lê ne ketin her kesê tirsandin."
Ûbeyd diyar kir ku piştî êrîşan 2 hezar kesên ku li navenda sporê diman li Konbajêra Dîbegeyê ya ku Mîrekteyên Ereban ên Yekbûyî ava kiribû, kirin. Ûbeyd da zanîn ku pêkanîna ewlehiya koçberên nav welêt di bin temînata herêma Kurdistanê de ye û wiha axivî: "Rast nabe ku em mirovên ku ji şer direvin di nav şer de bihêlin."
- "Me ji bir kîr ku em mirov in. Tenê Xwedê dizane ka me çawa sebir kir"
Elî Huseyîn Elî diyar kir ku malên xwe terikandin û bi fikra ku ewledar e xwe sipartin vê herêmê û got ku "Em şeva din bi êrîşeke xwekujiyê ya mezin lerizîn. Îro jî 3 fuzeyên katyûşayê îsabetî nêzî navenda ku em lê dimînin kir. Jin û zarokên me gelekî tirsiyan."
Elî diyar kir ku bi qasî du salan di bin kontrola DAEŞê de jiyan û der heqê rewşa her ku diçe xirabtir dibe de wiha axivî:
"Me ji bir kir ku em mirov in. Xwedê tenê dizane ka me çawa sebir kir. Dinyayê deynin aliyekî bi gundan re jî têkiliya me nemabû. Tu wesayîtên têkiliyê nemabûn. Gelek kesan ji ber nexweşiyên ku bi hêsanî tên dermankirin gelek zehmetî kişandin. Gelek mirovên wekî me jî li benda rizgariyê ne. Rewşa gelê Mûsilê ji gelek aliyan ve xirab e û bajêr xira bûye. Derûniyeta gelek mirovên ku di bin kontrola DAEŞê de dijîn xira bûye."