Hat ragihandin ku DAEŞê qismeke Azîziyeya Hesekeyê bi dest xist û li herêmê şer dewam dike.
Li gor çavkaniyên herêmî DAEŞê qismeke Azîziyeya Hesekeyê bi dest xist û heta ber Nexweşxaneya Wetanê hat.
Li gor çavkaniyan li Nişwaya Rojavayê, başûr û rojhilatê Hesekeyê di navbera DAEŞ û hêzên kurdan da şer dewam dike. Hat destnîşankirin ku milîtanên DAEŞê êrîşî girtîgeha navendî kirin û li ciyê ku bi dest xistin mehkûman serbest berdan.
Li gor agahiyan firoke û balafirên şer ên artêşê bombe avêtin derdora girtîgehê û milîtan paşva vekişiyan. Wek mayîn milîtanên DAEŞê li herêma Gazeleyê bi wesaîta bombebarkirî êrîşî ciyê leşkerî kirin û gelek leşkerên rejimê mirin.
- Sivîlên Hesekeyê xwe dispêrin herêma Qamişloyê
Hat destnîşankirin ku bi hezaran kesên ku ji herêma şer direvin xwe dispêrin herêmên kurdan, lê komên kurdan bi şertê ku kurd bibin kefîl destûrê didin ereban.