Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê êrîşên milîtanên DAEŞê yên li ser Kobanê da daxuyaniya xwe ya roja ewil dubare kir.
Berdevkê YPGyê Rêdûr Xelîl destnîşan kir, di mijara êrîşên li ser Kobanê da nabêjin ku êrîşkar ji aliyê Tirkiyeyê va ketin Kobanê.
Xelîl li ser têlefonê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand. Xelîl li ser pirsa, "We di daxuyaniya xwe ya ewil da got ku em nabêjin êrîşkar ji aliyê Tirkiyeyê va ketine Kobanêyê, lê di daxuyaniyên xwe yên din da ku di medyayê da derketin, hûn daxuyaniyên xwe yên berê înkar dikin?" wiha got: "Na, ez daxuyaniya xwe ya ku min da Anadolu Agencyê înkar nakim. Tişta ku min ji Anadolu Agencyê ra got, min ji yên din ra jî got."
Xelîl di daxuyaniya xwe ya ku roja ewil dabû nûçegihanê AAyê da wiha gotibû: "Em bi awayekî fermî Tirkiyeyê sûcdar nakin. Milîtanên DAEŞê ji aliyê rojava û başûr va ketin Kobanêyê."
Walîtiya Rihayê jî di heman rojê da ragihandibû ku milîtanên DAEŞê ji Cerablusa ku di destê rêxistinê da ye ketine bajêr. Wek mayîn çavkaniyên ewlehiyê di daxuyaniyên xwe ya ku dabûn AAyê da destnîşan kiribûn ku hêzên veşartî yên DAEŞê yên ku li Kobanêyê ne tevlî êrîşan bûne.