Önder Beyter
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 12 Mijdar 2018
PEKÎN
Li Çînê di 11ê Mijdarê da ku wekî "Roja Ezeban" tê pîrozkirin, yekûna danûsitandina ji ser înternetê gihîşt 213,5 milyar yuanî (30,8 milyar dolar). Bi vî reqemê va rekora sala derbasbûyî hat şikênandin.
Li Çînê di rojekê da ji ser platformên danûsitandinê Taobao û Tmall ku di bin sîwana dêwê e-bazîrganiyê Alibaba da ne, bi qasî 30 milyar dolar pere danûsitandin hat kirin û rekorekî nû hat şikênandin.
Sala derbasbûyî rekora danûsitandinê ya 11ê mijdarê ku 168 milyar yuan (nêzîkî 25,3 milyar dolar) bû, îsal zûtir hat şikênandin.