2015 ж. 31 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 01 қараша
PEKÎN
Hat ragihandin ku li Çînê avahiyeke tep bû û 17 kes mirin.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a Şînhûayê de hat gotin ku li Vûyanga bajarê Hinan a eyaleta Çînê ji bo avahiyeke duqatî bê hilweşandin xebat dihatin kirin lê avahî ji nişka ve tep bû. Di encama bûyerê de 17 karker mirin û 23 karker jî birîndar bûn.
Rayedaran ragihand ku di nav birîndaran de rewşa 9 kesan xedar e û der heqê bûyerê de jî jêpirsînê dest pê kir.