13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
BRÜKSEL
Daraza Belcîkayê, biryara dadgeha jêrtir ya "nabe ku PKKyî ji terorê bên darizandin" xirakir.
Li gorî agahiyên bidestxistî, îtiraza dadgeha îstînafê ya Dozgeriya Federalî ya Belcîkayê ku gotibû "PKKyî nabê ku ji terorê bên darazê", ji aliyê daraza bilind ve biryar pê hat dayîn. Li gorî biryarê, biryara dadgeha jêrtir hat xirakirin û dosye ji daîreya lêpirsînê re hat îadekirin.
Li gorî biryara encamê ji bo 36 kesan ku Remzî Kartal û Zubeyir Aydarê ku rêveberê bilind ê PKKya rêxistina terorê jî di nav wan de ne, rê ya darazê vebû.
Serê meha mijdarê Dozgeriya Federalî ya Belcîkayê îtiraz li dadgeha temyîzê kiribû û destnîşan kiribû ku qanûna "têkoşîna çekdar û rêxistina terorê" nabê li ser PKKyiyan bê sepandin, kirdarên PKKyiyên ku tên sûcdarkirin, çalakiyên terorê ne.
- Pêvajoya Dozê
Dozgeriyê piştî lêpirsîna ku 2010an destpê kir, di cotmeha 2015an îdîaname pêşkêş kiribû.
Di îdînameyê de endamên PKKê, bi perwedekirina zarok û ciwanên ji Belcîka û welatên din ên rojavayê Ewropayê, li kampên Belcîka, Yewnanistan û Iraqê, dihatin sûcdarkirin. Di nava sûcdarkirinên gumanbaran de saxtekariya di ewraqan de û xeraçsirandin jî cî digirtin.
Daîreya Lêpirsînê ya Belcîkayê par di meha mijdarê hukim dabû ewên ku di çarçoveya sûcdarkirinan de tên kirin "çalakiya terorê" nîn e û daxwaza sewqkirina bo dadgeha cezayê red kiribû. Dadgehê "têkoşîna çekdarî, nabê di çarçoveya sûcdarkirina terorê de bê nirxandin" weke sedema biryarê nîşan dabû. Biryara ku Tirkiyeyê jî bertek nîşanî wê dabû, dozgerê federalî îtiraz lê kiribû.
Dadgeha îstînafê di 14ê îlonê de jî îtiraza li biryara "PKK rêxistina terorê" nîn e ya Daîreya Lêpirîsînê ya Brukselê ya ku par dabû, red kiribû.