04 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
ANKARA
Terorîsta endama PYDya şaxa PKKyê ya Sûriyeyê ya ku di pevçûna li Sûriyeyê de ji çeneya xwe birîndar bibû piştî ku li Fakulteya Bijîşkiya Diranan a Zanîngeha Enqereyê hat dermankirin, hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên ewlehiyê bi dest xistin J.Aya terorîsta jin a endama PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya Sûriyeyê li Sûriyeyê di pevçûnê de birîndar bû û ew ji bo dermankirinê anîn Enqereyê.
Li ser telîmata Dozgerê Komarê li Fakulteya Bijîşkiya Diranan a Zanîngeha Enqereyê midaxaleya cerrahî li J.Aya ku ji çeneya xwe birîndar bû kirin.
Piştî ku terorîsta jin hat dermankirin ekîbên Têkoşîna bi Terorê re kontrola tenduristiya wê kirin.
Terorîsta ku hat binçavkirin birin Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê.