BÛDAPEŞTE
Serdana Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Macaristanê didome. Davutoglu bi Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban re hate bal hev û paşê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Davutoglu di civînê de bersiva pirsên rojnamevanan a der barê rojevê de da.
Rojnamevanekî pirsa "Sûriyeyê piştî Operasyona Suleyman Şahê daxuyaniyeke wekî 'dibe ku ev yek bibe sedemê şer' da, heke Sûriye vê yekê bibe NYyê an jî li ser alternatîfa leşkerî bisekine dê berteke Tirkiyeyê çawa be?" kir. Davutoglu wiha axivî:
"Tirkiyeyê di operasyona Şah Firatê de ji axeke ku aidê me ye, emanetên me yên pîroz hilgirtin û dîsa di axa Sûriyeyê de wekî berî bi cî kir û ev yek jî tê wateya bikaranîna mafên me yên navneteweyî. Tu aliyên vê yekê yên rexnekirinê tunin. Me di vê mijarê de agahî da NY û hemû aliyan. Me mafê xwe yê navneteweyî wekî ku me berê di guherîna Kelha Caberê de kir, bi kar anî. Ev yek nayê rexnekirin."
Davutoglu got ku hikûmeta Sûriyeyê şûna ku vê yekê rexne bike divê îzah bike çima li wê herêma ku Tirkiye wek axa xwe qebûl dike, nebû û da zanîn ku li Karakozakê kontrola DÎŞI, artêşa azad a sûriyeyê û PYDyê hebû lê rejima Sûriyeyê bi awayekî fiîlî li Karakozakê nebû.
Davutoglu wiha pê de çû "Kesên ku nikarin welatê xwe kontrol bikin, tu qîmeta wê tune ku ji bo kesên din qîrînên şer bidin. Bila pêşî welatê xwe kontrol bikin, bi gelên xwe re aş bibin û pişt re dikarin di vê mijarê de fikrên xwe bibêjin. Tu mafê rejimeke ku zilmê li gelê xwe bi xwe dike, tune pêngava ku Tirkiye ji bo parastina mafên xwe avêt rexne bike."
Davutoglu qal kir ku di vê mijarê de Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê wek muxatab qebûl kirin, agahî dan wan û Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê jî ji ber vê yekê kêfxweş bû. Davutoglu diyar kir ku rejima Sûriyeyê û berdevkên rejimê, birêvebirên wê divê berî her tiştê li benda wê roja ku dê hesaba qetlîama ku ev 4 sal in li ser gelê Sûriyeyê dike, bide be.
-Danezana teknîk
Davutoglu qal kir ku Tirkiye dema ku ji bo parastina axa xwe dest bi herekatê kir destûrê nastîne û piştgiriyê jî naxwaze. Davutoglu ragihand PYD, artêşa azad a sûriyeyê di sêrî de hişyarî dan hemû aliyan ku bila astengiyan dernexînin.
Davutoglu diyar kir ku ev yek tenê danezanekê teknîkî bû Tirkiye dema ku biryarê bide ku maf û hiqûqa xwe ya navneteweyî biparêze dê ji tu kesî destûr û piştgiriyê nexweze. Serokwezîr destnîşan kir ku heman agahî dan hêzên koalîsyonê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hêmû hêzên li herêmê.
Davutoglu li ser têkiliyên Tirkiye û Macaristanê jî sekinî.
Rojnamevanekî ji Serokwezîr Davutoglu pirsî ku di mijara vejenê de roleke çawa dikeve li ser wan? Davutoglu li ser vê yekê got ku di têkiliyên tirkan û macaran de vejen mijareke girîng e.
Davutoglu bi bîr xist ku di sala 2009an de li Tirkiyeyê di projeya li korîdora vejenê ya Hazarê ya ji ser Macaristan-Bulxaristan û Romanyayê de hatin bal hev. Davutoglu destnîşan kir ku ev yek înisiyatîfeke xweşik bû û got ku "Mixabin ji ber kêmasiya perspektîfa stratejiya vejenê ya Yekîtiya Ewropayê, ev nehat tetbîqkirin."
Davutoglu qal kir ku bi Macaristanê re ji bo her cure hevkariyê amade ne.